Zone A Défendre
Tritons crété-e-s contre béton armé

Accueil > Textes > Communiqués et appels du mouvement anti aéroport > Xweseriya Herêma ZAD ê, Li (Hêrêma ku were parastin)

Xweseriya Herêma ZAD ê, Li (Hêrêma ku were parastin)

jeudi 29 octobre 2015

Toutes les versions de cet article : [عربي] [English] [Español] [français] [òc] [òc] [Türkçe]

Ji bo kesên ku li Kurdistanê berxwedidin:

Em hemû bûyerên ku li Turkiyê diqewimin dişopînin. Em jî pişgiriya we dikin li dijî êrîşên dewleta Turk. Em dizanin ku ev şerê dewleta Turk pertrkeke li hember encamên hilbijartên yên ku li xweşiya serok Erdogan nehatine û yê ku vîna gel napejrîne. Ev gelê ku xwe ji jêr heya jor birêxistin dike.

Me ragahandina we ya xweseriya we bihîst, em jî li aliyê din yê sînor û di ser çiyayan re dixwazin li ser riya vê xweseriyê biçin.

Em ji nêz ve şoreşa konfederalîzma demoqratîk ya ku li Kurdistanê tê meşandin dişopînin.

Em xwe di gelek xalan de nêzî we dibînin û bi taybet di lêgerîna we di xwebirêxistinkirina xweser derveyî projeya Netew Dewletê.

Em bi baldarî li pêvajoya ku hemû pêkhateyên olî û etnîkî tê de beşdardibin temaşe û dişopînin.

Em wekheviya di navbera hemû pêkhateye û zayendan de baş û erênî dibînin. Tevî ku em zanin dewlet hîna siyasetên qirkirin û bindestkirinê dimeşîne.

Em jî rola tevgera jinê û cihê wê di nav şoreşê de bi çavekî mezin lê temaşe dikin. Di dawiyê de, em rêzê ji bo pirensîpen xweparastinê û xweseriya stratêjîk digirin.

Em ji herêma Notre – Dame dê Land (Zad ê) li Fransayê vê daxuyaniyê tînin ziman. Ev herêma ku bi awayekî îlêgal hatiye dagir kirin. Ev bû 45 sal in ku pevçûneke berdewam heye li dijî projeya avakirina balafirgehekê. Me ev herêm parast û piştî vê yekê em li dijî hewildanên valakirinê di sala 2012 derketin, bi saya hewildanên xweparastinên cuda. Gelek kes li vir dijîn ku bîr û baweriyên cuda hatine û xwe bi xwe bi rêxistin dikin bi awayekî fermî an ne fermî.

Tişta ku li Kurdistanê anaha tê avakirin, ji aliyê gelek hêzan ve rastî êrîşan tê, û di bin bombeyan de tê hilweşndin, ev hêzên han jî Daêş û turkiyê ne-di demekê de Dewleta Fransayê li lehengên dijî Daêş digeriya, pesnê kurdan dida, û niha ji şerma re devê xwe venake û li şerê niha Erdogan li dijî tekoşerên kurd -di bin navê şerê li dijî terorê -dimeşînin temaşe dike. Ev jî şerm û bêbextiya mezin e. Em amade ne pêşwaziya wan bikin.

- Hevgirtin bi gelê bakurê Kurdistanê re yên ku di dorpêçê de ne.
- Hevgirtin bi kurdên ku ji aliyê nijadperestên turk ve rastî êrîşan tên.
- Hevgirtin bi Rojavayê Kurdistanê re.

Traduit en kurde et en arabe par Gulistan SIDO

Bureau des relations diplomatiques de TEV-DEM

Khamichlo Rojava 14-10-2015

Documents joints